Folklor ü Nasnameya Kurdi ya Neteweyi (1898-1946)
Xebata Ramazan Pertev “Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)” derket.
Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî, rola xebaten folklore di geşekirina nasnameya kurdî ya neteweyî de vedikolîne. Binemaya ve xebate, nemaze nivîs û weşanen di navbera salen 1898-1946 de weşiyane ku zedetir ên rewşenbîren Bakur in.
Herweku te zanîn, di navbera xebaten folklore û geşekirina hizra netewetî û nasnameya neteweyî de pewendiyeke xurt heye. Li gelek welaten cîhane, li ser ve babete bi sedan lekolînen akademîk hatine encamdan. Rewşenbîren kurd, di sere sedsala 20. de di nav gelek tevgeren siyasî û rewşenbîrî de cih girtine. Ji bilî xebaten din, wan li ser edebiyat û folklora kurdî jî lêkolîn kirine. Ji nivîsen wan diyar dibe ku haya wan ji rewşenbîren Rojavayî hene, bi rewşenbîren Osmanî re jî tekildar in û xebaten wan dişopînin. Herweha ji girîngîpedana wan a ji bo berhevkirin û parastina keresteyên folklora kurdî jî aşkere ye ku ew di bin karîgeriya netewetiya romantîk a sedsala 19. de ne. Wan hewl daye ku bi reya nîşandana keresteyen folklore îspat bikin ku kurd xwedî nasnameyeke neteweyî ne, yek ji niştecihen qedîm en Rojhilate ne. Lê bele ev dewlemendî bexwedî ye, di bin xweliya windabûne de maye û naye zanîn. Dive ev kereste bi metoden zanistî werin berhevkirin, tomarkirin, parastin û vejandin. Wan di gotaren xwe de gelek caran amaje bi girîngiya keresteyen folklore û nasnameya kurdî ya neteweyî kirine.
Ev lekolîn, nivîs û çalakiyen rewşenbîr û dezgeyen kurd di pewenda hemandemîbûna geşedana nasnameya neteweyî û xebaten folklore de dinirxîne. Herweha aliyen wan en edebî û zanistî vedikolîne û ji aliye dîroka xebaten folklora kurdî ve girîngiya wan nîşan dide. Di encame de jî hewl dide ku dîroka lekolînen folklora kurdî li gorî taybetmendiyen serdeman dabeş bike.
Prof. Dr. Şukriye Resûl, di peşgotina kitêbe de dibeje; “Ez destxweşiye bo Ramazan Pertev dikim ku wî bi vê lekolîna xwe, hem serencama rewşenbîriya kurdî nîşan daye, hem mij û dûmana li ser we serdema tarî rakiriye, hem jî sermayeya folklor û edebiyata kurdî bi zimanekî zelal peşî me kiriye. Ji hemûyan jî giringtir ji bo xebaten dahatûye, asoya kurdnasen ciwan vekiriye…”
- Açıklama
Xebata Ramazan Pertev “Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898 - 1946)” derket.
Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî, rola xebaten folklore di geşekirina nasnameya kurdî ya neteweyî de vedikolîne. Binemaya ve xebate, nemaze nivîs û weşanen di navbera salen 1898-1946 de weşiyane ku zedetir ên rewşenbîren Bakur in.
Herweku te zanîn, di navbera xebaten folklore û geşekirina hizra netewetî û nasnameya neteweyî de pewendiyeke xurt heye. Li gelek welaten cîhane, li ser ve babete bi sedan lekolînen akademîk hatine encamdan. Rewşenbîren kurd, di sere sedsala 20. de di nav gelek tevgeren siyasî û rewşenbîrî de cih girtine. Ji bilî xebaten din, wan li ser edebiyat û folklora kurdî jî lêkolîn kirine. Ji nivîsen wan diyar dibe ku haya wan ji rewşenbîren Rojavayî hene, bi rewşenbîren Osmanî re jî tekildar in û xebaten wan dişopînin. Herweha ji girîngîpedana wan a ji bo berhevkirin û parastina keresteyên folklora kurdî jî aşkere ye ku ew di bin karîgeriya netewetiya romantîk a sedsala 19. de ne. Wan hewl daye ku bi reya nîşandana keresteyen folklore îspat bikin ku kurd xwedî nasnameyeke neteweyî ne, yek ji niştecihen qedîm en Rojhilate ne. Lê bele ev dewlemendî bexwedî ye, di bin xweliya windabûne de maye û naye zanîn. Dive ev kereste bi metoden zanistî werin berhevkirin, tomarkirin, parastin û vejandin. Wan di gotaren xwe de gelek caran amaje bi girîngiya keresteyen folklore û nasnameya kurdî ya neteweyî kirine.
Ev lekolîn, nivîs û çalakiyen rewşenbîr û dezgeyen kurd di pewenda hemandemîbûna geşedana nasnameya neteweyî û xebaten folklore de dinirxîne. Herweha aliyen wan en edebî û zanistî vedikolîne û ji aliye dîroka xebaten folklora kurdî ve girîngiya wan nîşan dide. Di encame de jî hewl dide ku dîroka lekolînen folklora kurdî li gorî taybetmendiyen serdeman dabeş bike.Prof. Dr. Şukriye Resûl, di peşgotina kitêbe de dibeje; “Ez destxweşiye bo Ramazan Pertev dikim ku wî bi vê lekolîna xwe, hem serencama rewşenbîriya kurdî nîşan daye, hem mij û dûmana li ser we serdema tarî rakiriye, hem jî sermayeya folklor û edebiyata kurdî bi zimanekî zelal peşî me kiriye. Ji hemûyan jî giringtir ji bo xebaten dahatûye, asoya kurdnasen ciwan vekiriye…”
- Yorumlar
- Yorum yazBu kitaba henüz kimse yorum yapmamıştır.