Hôtel Europe bi kurmancî derket Romana Ferhad Pîrbal Hôtel Europe bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket. Çîrokên Pîrbal jî berê bi navê Çolistan bi kurmancî derketibûn. Avesta hemû roman û çirokên Ferhad Pîrbal werdigerîne kurmancî. Qena'eta me ew e ku sala 2012an ji bo edebiyata kurdî, bi taybetî romana kurdî ê bibe mîladek. Romanên ku îsal çap dibin û ên ku çap bibin mirov dikare wek lûtkeya edebiyata kurdî bibîne. Êvara Perwaneyê ya Bextiyar Elî ku berî bi du mehan çap bûbû, rastî elaqeyek baş tê. Her sê kitêbê Şêrzad Hesen di kitêbxaneya kurdî de cihê xwe girtin. Hezkiriyên kurmancî bila li bendî surprîzan bin: Di dorê de romanên nû yên Fawaz Husên û Jan Dost hene. Barê Şevê, Martînê Bextewer... Û wî ji bîr nekin! Ew jî li vir e: Beroj Akreyî... Edebiyata kurdî ber bi dinyayên nû ve diçe. Mihemedê Hacîzade, meleyekî kevn î îranî ku ji aliyê rejîma meleyan a Tehranê ve hatiye xel'îlîbaskirin û li Parîsê penaber e, eger peyda bibe bi qaçaxî kar dike, bê nasname ye, nikare here ciyekî... Ferhad, vebêjerê romanê, ressamekî kurd li Parîs / Montmartre portreyan çêdike. Bi şev li hotêlekê kar dike: Hôtel Europe. Monsieur Luciana, cihûyekî bi eslê xwe portekîzî, li Parîs, Oxford û Tel Avîv xwediyê milkên mezin, doktora xwe li ser şaîrekî îranî kiriye, xewna wî ya mezin serdana Esfehanê ye. Saqî Gulçîn, li San Francisco xwediya galeriyeke navdar, femînîsteke ehlî keyf... "Hôtel Europe" laboratuwareke Rojhilat û Rojava ye, do û îro, em û ên din, niştecî û biyanî, rastî û çewtî raserî hev in. Û wek di romanê de tê gotin bûyereke piçûk: "Hertim tekane bûyereke piçûk heye çarenivîsa me destnîşan dike. Lewma em, hemû, hergav ji xwe re dibêjin: ‘Eger ew bûyera ji rêzê neqewimîba, ew hemû bûyerên din qet nedihatin serên me.' Tu kes nîne rojekê ji rojan, ev gotin ji xwe re negotibe! Her bûyerek riyek e bo gihiştina bi bûyereke din." Bûyer li pey hev diqewimin, rû tev li hev dibin, nav tev li hev dibin, rojava û rojhilat, dûrbûna wan xewneke, nêzîkbûna wan du xewn in paradoksên ku di dawî de û bi hev re tevneke hevdûgirtî pêk tînin, û gotina yekalîker ji devê Saqî Gulçînê tê der.
- Açıklama

- Yorumlar
- Yorum yazBu kitaba henüz kimse yorum yapmamıştır.