Tecarip ul-UmemKurd di Tarixa Miskeweyhi de
Beşen li ser kurdan en “Tecarib ul-Umem”a Ebu Eli Ehmed ibn Yaqube Miskeweyhi, ji aliye Emin Narozi ve ji erebî bo kurdi hate wergerandin u bi nave “Kurd di tarixa Miskeweyhi de” derket. Di koleksiyona Avesta a bi nave “Kurd di tarîx u seyahetnameyen erebî de” beri niha beşen tarixa Ibn el-Esir u Teberi çap bubun.
Yek ji niviskar u tarixnasen Islame yen navdar u nujen Ebu Eli Ehmed Miskeweyhi ye ku di navbera salen 320/932 u 421/1030 î de jiyaye. Ji ber ku xebaten Miskweyhi behtir li ser felsefe u filosofiye ne ew wek dîroknaseki fîlosof te nasin u cara peşi li tarixe jî bi çave raman u fikren felsefe niheriye u diroke bi amanca dersjegirtin, şiretkari u tecrube bi kar aniye.
Ev berhema Miskeweyhi ya bi nave Tecarib ul-Umeme kareki ramanî ye ku li ser tegeheke sedemwari u çavderiyeke bi baldari ya amanc u erka niviskari hatiye avakirin. Ji ber ve ye ku Miskeweyhi di ser diroknasên beri xwe yen ku berhemen xwe bi erebi nivisandine re, te girtin, çunkî ew diroke bi tene tomarkirina buyeran u daneheva wan nabine.
Gava meriv li peşgotina Tecarib ul-Umeme dinere xwiya dibe ku li gori Miskeweyhi tarix civandina hinek buyeran e ku li pey hev qewimine u dubare dibin. Meriv dikare ji wan buyeran ji bo jiyana kesayeti u civaki tecrube u sud wergire. Gava meriv li wan dinere u ji wan tecrube werdigire hinge meriv dikare di peş de u di jiyana xwe ya rojane de xwe je bipareze u nekeve wan şaşiyan yan ji bi hesayi u serkefti je xelas bibe.
Ji ber ve ji nerina diroknasen misilmanan yen pişti Miskeweyhi belki ji bi tesira wi, ya ser tarixe guheriye u wan dest bi nivisina tarixe ji bo dersjegirtin, şiretkari u ibrete kiriye u bi we mebeste sedem u delîlan bi kar anine. Le Miskeweyhi çawa di ve de li peş buye, herweha ew ye peşi buye, belki ji takekes buye ku tarixe ji bo amanc u riya delilen felsefî, nerinen exlaqi u pragmatik kiriye rebazek ji xwe re.
- Açıklama
Beşen li ser kurdan en “Tecarib ul-Umem”a Ebu Eli Ehmed ibn Yaqube Miskeweyhi, ji aliye Emin Narozi ve ji erebî bo kurdi hate wergerandin u bi nave “Kurd di tarixa Miskeweyhi de” derket. Di koleksiyona Avesta a bi nave “Kurd di tarîx u seyahetnameyen erebî de” beri niha beşen tarixa Ibn el-Esir u Teberi çap bubun.
Yek ji niviskar u tarixnasen Islame yen navdar u nujen Ebu Eli Ehmed Miskeweyhi ye ku di navbera salen 320/932 u 421/1030 î de jiyaye. Ji ber ku xebaten Miskweyhi behtir li ser felsefe u filosofiye ne ew wek dîroknaseki fîlosof te nasin u cara peşi li tarixe jî bi çave raman u fikren felsefe niheriye u diroke bi amanca dersjegirtin, şiretkari u tecrube bi kar aniye.
Ev berhema Miskeweyhi ya bi nave Tecarib ul-Umeme kareki ramanî ye ku li ser tegeheke sedemwari u çavderiyeke bi baldari ya amanc u erka niviskari hatiye avakirin. Ji ber ve ye ku Miskeweyhi di ser diroknasên beri xwe yen ku berhemen xwe bi erebi nivisandine re, te girtin, çunkî ew diroke bi tene tomarkirina buyeran u daneheva wan nabine.Gava meriv li peşgotina Tecarib ul-Umeme dinere xwiya dibe ku li gori Miskeweyhi tarix civandina hinek buyeran e ku li pey hev qewimine u dubare dibin. Meriv dikare ji wan buyeran ji bo jiyana kesayeti u civaki tecrube u sud wergire. Gava meriv li wan dinere u ji wan tecrube werdigire hinge meriv dikare di peş de u di jiyana xwe ya rojane de xwe je bipareze u nekeve wan şaşiyan yan ji bi hesayi u serkefti je xelas bibe.
Ji ber ve ji nerina diroknasen misilmanan yen pişti Miskeweyhi belki ji bi tesira wi, ya ser tarixe guheriye u wan dest bi nivisina tarixe ji bo dersjegirtin, şiretkari u ibrete kiriye u bi we mebeste sedem u delîlan bi kar anine. Le Miskeweyhi çawa di ve de li peş buye, herweha ew ye peşi buye, belki ji takekes buye ku tarixe ji bo amanc u riya delilen felsefî, nerinen exlaqi u pragmatik kiriye rebazek ji xwe re.
- Yorumlar
- Yorum yazBu kitaba henüz kimse yorum yapmamıştır.